Abdullah Ayarê ko di rojên borî de wek Midûrê Bajêr ê Ciwanî û Werzîşê yê Şirnexê hatî tayînkirin, serdana Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî kir.Rektor Erkanî kêfxweşiya xwe ji bo serdana Midûrê Ciwanî û Werzîşê yê Şirnexê Abdullah Ayarî anî ziman û peyam da ko wekî Zanîngeha Şirnexê di her qadê de tevkariyê li ciwanan bikin ew jî amade ne. Li aliyê din Midûrê Parêzgehê Abdullah Ayarî ji ber eleqe û mêvandariya ko ji wan re hatiye kirin spasiya Rektor Erkanî kir.Rektorê me Prof. Dr. Erkanî ji Midûrê Ciwanî û Werzîşê yê Parêzgehê Abdullah Ayarî re pirtûka binavê “Danezanên Sempozyuma Cîyayê Cûdî û Tufana Nuh a Navnetewî ya 2.em” dîyarî wî kirin. Serdan bi pêşnîyazên qenc û girtina wêneyekî bîranînê bi dawî bû.
Galeri
20/1/2022 | Şırnak Üniversitesi